Di nava 3 mehan de, 71 mîlyon kes hejar bûne.
Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNPD) ragihand ku sedema vê yekê jî bihabûna nirxê xurek, dan û enerjiyê ye.
Li gor rapora UNPD’ê ji ber zêdebûna buhayê enerjî, xurek û dan, bi milyonan kes xizan bûne.
UNPD’ê diyar kir ku zêdebûna xizaniyê bi vî awayî ji bandora pandemiya Covid-19’ê lêzgîntir e û destnîşan kir ku zêdebûna tiştan hinek jî ji ber şerê li Ukraynayê ye.
Bi ya NY’yê, eger pere ji kesan re were dayîn wê ev adilanetir û erzantir be.
UNPD dibêje ku ji bo welatên xizanî lê pir e bikarin debara xwe bikin, wan pêdivî bi piştgiriya pergaleke bi piraliyî heye.
Bernameyê di rapora xwe de hişyarî kir ku bi rabûna enflasyonê zêdebûna rêjeya faîzê wê krîz yekcar giran bibe û xizanî zêdetir bibe.
Di raporê de li ser rewşa 159 welatan hat sekinîn.
Welatên li Balkan, herêma Derya Hazarê û di serî Sahel û Efrîkaya li bin Sehrayê de herî zêde ji vê rewşê bandor bûne.
Serokê UNPD’ê Achim Steiner, got:
“Berê tu car tişt wiha zêde nebûne, ev tê wê wateyê ku xurek û danê berê têrê temamê cîhanê dikir, êdî nake.”



