BBC: Boris Johnson xwe ji bo îstîfatê amade dike

Ji roja bûye serokwezîrê Ingilîstanê, navê Borîs Johnson her bi bûyerên sosret dikeve rojevê.
Ji ber vê helwesta wî, heta niha 5 ji wan wezîr, derdora 50 kesî dest ji karê hukûmetê berdaye.
Saziya Ragihandina Ingilîz BBC îdîa kir ku ji ber zêdebûna zextan, Johnson xwe ji bo îstîfayê amade dike.

Di nava çend rojan de bi dehan endamên hukûmeta Ingilîstanê dest ji kar berdan.

Herî dawî wezîra perwerdê Michelle Donelan (Mîşel Doelan) dest ji kar berda.

Dûrketina derdora 50 endamê ji xebatên hukûmetê, zexteke mezin li ser serokwezîr Borîs Johnson kir.

Wezîrê Maliyê Nedîm Zehawî yê beriya 2 rojan hat erdarkirin, bi rêya hesabê xwe ê twitterê ev bang li Johnson kir:

Ti dizanîn tişta pêwîst were kirin ew e ku ti biçî.

Wezîra Karê Hundir Priti Patel jî şîret Borîs Johnson kir da ku ji ber vê rewşa aloz dest ji kar berde.

Johnson li hemberî van bang û daxwazan nerazîbûn nîşan da.

Û yek ji endamên payebilind ên kabîneyê, Michael Gove ji erkê dûr xist.

Tevî îsîtfaya 5 wezîr û gelek endamên hukûmetê jî, Johnson îro li Meclisê peyam da ku ew ê karê xwe dewam bike.

Lê piştî demeke kurt, Sazikya Ragihandina Îngilîz BCC diyar kir ku serokwezîr xwe ji bo îstîfayê amade dike.

Li gorî agahiyan, destberdana ji erkê wê tenê ji bo serokatiya partiya muhafezekar a desthilatdar be.

Raporên hatin weşandin dibêjin, Johnson wê heta hilbijartina payîzê erka serokwezîriyê dewam bike.

Piştî diyarkirina serokê nû yê partiya muhafezekaran, wê dest ji erk xwe berde.

Li şûna wî jî lîderê nû yê partiyê wê bibe serokwezîrê Îngilîstanê.

Back to top button