Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa wefat kir

Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa jiyana xwe ji dest da.

Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa îro piştî nîvro, dema di neştergeriyê re derbas dibû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Leyla Mistefa  di 12’ê Îlona 1988’an de ji dayik bû. Ji sala 2017’an ve anku piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê  heta sala 2022’an weke hevseroka yekemîn a Meclisa Sivîl a Reqayê bû.

Leyla Mistefa di sala 2021′an de Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) wergirtibû.

Têkildarî merasîmê definkirinê agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button