Çalakiya Kongreya Star ya li gundê Elbelûrê bi dawî bû

Kongreya Star a kantona Kobanê çalakiya konê parastinê ku li pêşiya mala ku rêber Abdullah Ocalan tê de mabû ya li gundê Ebelûrê yê Kobanê, bi dawî kir.

Têkildarî mijarê endama Kongreya Star a kantona Kobanê Semîra Ehmed teqez kir ku dê têkoşîna xwe li ser fikrên rêber Ocalan dewam bikin û got,

Ew derfetê nadin dewleta Tirk ku îradeya wan têk bibe.

Kongreya Star 18`ê Nîsanê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk li ser mala li gundê Elbelûrê ku rêber Abdullah Ocalan tê de mabû, kon li pêşiya malê vedabû.

Endamên Kongreya Star li gorî biryara qedexeya giştî tev geriyan û tenê 4 kesan nobet di bin kon de digirt.

Back to top button