Bêwar Unver: Berxwedana gel nêrîna Iraqê da guhertin

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Bêwar Unver destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna xelkê wargeha Mexmûrê hişt ku Hikûmeta Iraqê paş ve gav bavêje û dawî li dorpêçê bîne.
Bêwar Unwer dazanîn ku berxwedanê serkeftin anî lê lîstokên qirêj bi destê Dewleta Tirk û PDK’ê didomin, divê çavê herkesî li Mexmûrê be.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver têkîldarî dorpêç, êrîş û berxwedana Wargeha Mexmûrê axivî.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver bakişand li ser berxwedana xelkê Mexmûrê û got:

“Gel pir xurt li vîna xwe xwedî derket. Di hevdîtinan de ev berxwedan diyarker bû.

Aliyê beramber dît, bi vî rengî bi zorê, zext û hêzê nikare vîna şêniyê wargehê bişkîne.

Berxwedanê di nêrîna Iraqê de guherîn da çêkirin û raya giştî ya Kurd jî rakir ser piyan.

Ev berxwedan nebûna wê nava çend saetan de artêşa Iraqê wargehê dorpêç bikira.”

Bêwar Unver: NY heta astekê ketiye bin bandora siyaseta dewleta Tirk

Unver li ser mijara serdana NY ya piştî demekê li Mexmûrê jî ev yek got:

“Ji sala 1994’an heta vê gavê weke penaberên siyasî NY me dinase, heta berî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an.

Piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an NY bê ku wargehê biparêze ji wargehê derket û çû.

Li şûna ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne, wargehê biparêze, weke ofîsa heyî carekê de rabûn çûn.

Li ser êrîşên esmanî, dîsa ambargoya PDK’ê ya li ser kampê NY li ber van tevan bêdengiyê hilbijart.

Eşkere bû ku NY heta astekê ketiye bin bandora siyaseta dewleta Tirk û hêzên xêrnexwazên xelkê wargehê.”

Bêwar Unver: Ti garantiyek nîne ku êrîşên dewleta Tirk bisekinin

Li ser êrîş û hewldanên Tirkiye ya li ser Mexmûrê Unver ev nirxandin kir:

“Êrîş tim didome. Bê guman wê êrîş û daxwazên Tirkiye ya ji Iraqê wê ne dawî be.

Êrîşên ser wargehê bi konsepta giştî ve girêdayî ye.

Hikûmeta faşîst li ser hikûmetê ye, wê êrîşî wargeh û destkeftiyên Kurdan bike.

Gelê wargehê çawa ku di pêvajoyên borî de li ber xwe da têkoşîn kir, ji niha şûnde jî bi heman rengî xurtir bike.”

Di dawiyê de Bêwar Unwer dazanîn ku berxwedanê serkeftin anî lê lîstokên qirêj bi destê Dewleta Tirk û PDK’ê didomin, divê çavê herkesî li Mexmûrê be.

Unver bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.

Mexmûr sembola berxwedanê

Back to top button