Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, dewam dike. Di encama êrişa balafirên Israîlê ya ku li Laziyqê ku pêk hat, 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavkêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmetê bajarokên Kefer Nûran, Kefer Eme û Kefer Tehal ên rojavayê Helebê topbaran kir.
Balafirên şer ên Rusyayê jî li ser herêmên “bê çek” geriyan.
Balafirên şer ên Rûs deverên DAIŞ’ê ên li çolistan Reqa bombebarakirin
li gorî çavdêriyê ragihand ku balafirên şer ên Rusya yê ev 2 roj li ser hev deverên DAIŞ’ê ên li çolistan Resaf ya Reqayê bombebaran kirin.
Di êrişa Îsraîlê a li ser Lazqiyê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku di encama êrişa balafirên Isaraîlê ya ku beriya 2 rojan li dijî qada El Hawiyat a li bendera Laziqiyê pêk hat, 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.