Mexmûr sembola berxwedanê

Hêzên Iraqê her hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin.
Lê her carê jî rastî berxwedana penaberan tê.
Êdî Mexmûr bûye sembola berxwedanê.

Rêwitiya wan ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve, ne ji bo serî tewandinê bû.

Ew li pey doza rewa ya gelê Kurd bûn.

Dema koçkirin dizanîn ku ewê ber bi rêwîtiyek dûr û dirêj biçin.

30 salin penaberên Mexmûrê, li hemberî zilm, zordarî, êriş, di nava berxwedanê dene.

Ew êdî bûne sembola berxwedana Gelê Kurd.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li quntara çiyayê Qereçox e.

Pêla mezin a koçberiyê sala 1994’ê pêk hat.

Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Bi gelek êrişan re rû bi rû man

Ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn.

Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî li Mexmûrê bicih bûne.

Di van wargehan de panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand.

1998 ji aliyê NY bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê.

Rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê.

Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê.

Rojek piştî wê balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir.

Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê.

Yekem hewldana têlkirinê

Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargehê.

Xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê.

xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya.

Carek din hewla têlkirinê.

20’ê Gulana 2023’yan de carek din hewl da wargehê dorpêç bikin.

Hêza berê xwe dayî Mexmûrê, çîroka gelê berxwedê nexwendibû.

Nedizanî xelkê Mexmûrê 30 salin li ber xwe didin.

Bê helwestiya NY, moralê xelkê wargehê nexist û gav bi paşde ne avêtin.

16 Rojên berxwedanê bû dîrok

16 rojan li ber xwe dan.

Van rojan carek din ispatkir ku xelkê wargeha penaberan ti carî li serî natewîne.

16 roj ispata berxwedana 30 salan raxist ber çavê hemû kesê.

Back to top button