Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dida ku derdora wargeha penaberan a Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û kuleyên leşkerî ava bike.
Piştî berxwedana gelê wargehê a 16 roj an bi lihevkirinan hêzên Ieraqê paşde vekişiyan û gelê wargehê jî bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe bi dawî kirin.
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dida ku derdora wargeha penaberan a Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û kuleyên leşkerî ava bike.
Ji roja destpêkê heya niha, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe dane.
Lihevkirin çêbû, xelkê Mexmûrê dawî li çalakiya xwe anîn
Têkildarî vê mijarê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel Yusif Kara ve hat dayîn û ev tişt hat gotin:
“Ev 16 rojin gelê me li dijî dorpêça Iraqê li ber xwe didin.
Ev hewldana dorpêçkirina wargehê ne niha ketiye rojeva me, ev du sal in di rojeva me de ye.
Ji ber ku di sala 2021’an de jî xwestin dora me têl bikin.
Kara diyar kir ku ev dorpêç bi zextên dewleta Tirk û hêzên herêmî wek Mala Barzanî pêk tên û wiha got:
“Ev dorpêç parçeyek a konsepta dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk û PDK dixwazin wargeha Mexmûrê belav bikin.
Heta niha wek wargeh, me ti zagonên Iraqê binpê nekirine û Iraq jî vê baş dizane.”
Her wiha Kara diyar kir ku ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêkanîn.
Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû.
Iraqê hêzên xwe yên zêde yên ku hatibûn dora wargehê, paş ve vekişiyan û gel jî dawî li çalakiyên xwe yên konvedanê anîn.
Yusif Kara got ku bila her kes bizane, kengî êrişek li ser wargehê çêbibe û bixwazin vîna gelê Mexmûrê desteser bikin, wê li hember xwe têkoşîn û berxwedana gelê wargehê bibînin.
Di dawiyê de Kara li ser navê wargeha Mexmûrê spasiya tevahî sazî, partî û kesên ku ji bo Mexmûrê rabubûn ser piyan kir.



