Wê Hevserokên HDP’ê di kongreyê de nebin namzet

Piştî hilbijartinan HDP kete pêvajoyeke rexnedayînê.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Snacar, daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzetên hevserokatiyê yên HDP’ê.

Piştî Encamên hilbijartinê yê Tirkiyê û Bakurê Kurdistan di nav HDP’ê de jî pêvajoya rexnedayînê destpêkir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di Medya Haber TV’yê de têkildarî encamên hilbijartinê de axivîn.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan encamê hilbijartinê wiha nirxand:

“Em negihîştin armanca xwe. Helbet ev cihê xwerexnekirinê ye.

Me tespît kir ku me pêvajoya kampanyayê baş bi rê ve nebir. Me xwe negihand derdorên ji xeynî xwe û me xwe bihêz nekir.

Mînak, nebûna temsîliyeta ermen, êzdî û astengdaran kêmasiyeke mezin e.”

Perwîn Buldan bibîr xist ku piştî hilbijartinê bi rojekê wan daxuyaniya xwe de diyarkiribûn ku wê kongreyê li dar bixin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Ji ber ku em negihîştina rmanca xwe, me civîn bi lijneyên xwe re kir û me biryar da ku em ê kongreyê li dar bixin.

Di hemû astên vê têkoşînê de çi bikeve ser milên min, ez amade me. Lê ez ê rexneyan esas bigirim û di vê kongreyê de nebim namzeta hevserokatiyê.

Her wiha ez ê di pêvajoya kongreyê de, di tu mekanîzmayên biryarê de jî cih negirim.

Di vî warî de berprisiyariyeke min a hesabdayînê jî heye. Ez dest jê bernadim û naçim. Em ê pêşî hesab bidin gelê xwe. Em ê hesab bidin derdora xwe û jinan.”

Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar jî destnîşan kir ku bi Partiya Çepên Kesk re dengên ku xwestine werbigirin wernegirtine û got:

“Lewma em dikarin bibêjin em bi ser neketin, lê ev ne têkçûyîn e.

Dewleta Tirk ji bo siyaseta demokratîk tasfiyebike çi ji destê wan hat kirin. Lewma daxilbûna me ya hilbijartinê bi xwe jî, tiştekî pir girîng e.

Me ev yek şikand û em daxilî hilbijartinê bûn.”

Di dawî de Sancar jî diyar kir ku ew di kongreyê de weke rexnedayîn wê nebe namzetê hevserok.

Back to top button