Ciwanên Şoreşger: Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bêwate bikin

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ji bo têkoşîna azadiyê fikrê Rêber Apo jêdera hêzê ye û ewê bi pêkanîna vê fikrê tecrîdê bêwate bikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan yê Çil Axa tecrîd şermezar kirin.

Ciwanê bi navê Yunis Hacî tecrîd şermezar kir û daxuyakirin ku ew hêza birêxistinkirin û hevgirtina xwe ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin û got:

Divê weke civak taybet jî ciwan divê em fikrê pirtûkên Rêber Apo bixwînin, ji ber ku rizgariya me difikrê wî de ye. Emê teqez vê tecrîdê bi têkoşînê vala derxînin.

Jina ciwan bi navê Fatin Ehmed Hesen jî got fikrê Rêber Apo jêdera hêzê ye û ewê bi pêkanîna vê fikrê tecrîdê bêwate bikin.

Ciwanê bi navê Mihemed Esker jî diyar kir ku ewê bi yekîtî û têkoşîna xwe vê tecrîdê vala derxînin.

Jina ciwan a bi navê Sabrîn Iliyas jî teqezkir ku ewê bi xwedîderketina şoreşê tecrîdê bê wate bikin.

Şêniyên Eyn Îsayê tercîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Back to top button