Kongra Star bi daxuyaniyekê kuştina jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta zilamsalar têkoşînê xurt bikin.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongra Starê Medya Mihemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di kêmî 2 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 jin bi destê kesên xwedî zîhniyeta baviksalar hatin kuştin.
Kongra Star got,wek tevgereke jinan a şoreşa Rojava em ê li hember vê tundiyê bê deng nemînin.
Em ê li hember hemû rengên tundiyê ku têkoşîna jinan dike hedef, têkoşînê bilind bikin.