Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê pengava dayîna xwînê da destpêkirin.
Di roja yekemîn a pêngacê de bi dehan endamên Meclisa Qanûnsaz a Reqayê berê xwe dan Navenda Banka Xwînê û xwîn da.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xalid Birkil diyar kir ku kampanya ji bo nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê dest pê kiriye.
Xalid Birkil bang li endamên saziyên sivîl û şêniyên Reqayê kir ku piştgiriyê bidin pêngavê û got pêwîstiya nexweşên pençeşêrê û talasemiyeyê timî bi xwînê heye.
Sibe dê endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê û endamên Nîvîsgeha Xweparastinê xwînê bidin.
Pêngava xwîn dayînê dê 18 rojan dewam bike.