Endamê Ofîsa Rêveber ya Tevgera Demokrat ya Iraqê Dr. Elî Mehdî di vê derbarê de axivî û diyar kir ku divê mafê serbixwe yê penaberên Mexmûrê hebe.
Elî Mehdî diyar kir ku pêwîste penaberên Wargeha Mexmûrê di nava jiyanek aram de bijîn û dibêje;
“Penaberên Wargeha Mexmûrê di encama siyaseta şerxwaz ya dewleta Tirk ve di salên 90’î de hawara xwe gihandine Iraqê.
Divê mafê serbixwe yê penaberên Mexmûrê hebe.”
Mehdî balkêşand ser salên ku ji ber şer welatiyên Iraqê bi neçarî koçberî derveyî welat bûn û wiha got:
“Ji bîra me naçe dema ku hemwelatiyên Iraqê ji ber sedema şeran û şert û mercên zehmet piraniya wan koçberê derveyî welat bûn.
Lewra divê hikûmeta Iraqê rewşa penaberên Wargeha Mexmûrê di ber çavan re derbaz bike û çareseriyek mayînde jêre bibîne.”
“Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mmexmûrê binpêkirina serweriya Iraqê ye”
Her wiha Dr. Elî Mehdî balkêşand ser êrişên yên dewleta Tirk ku li ser xelkê Wargeha û got;
“Ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye. Hêviya parastin û silametiyê xelkê Wargeha Mexmûrê dixwazim.”
Li Almanya û Fransayê ji bo Mexmûrê çalakiyên piştgiriyê hate lidarxistin



