Dewleta Tirk navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a biçek Dola Qerleş ya nêzîkê Goyjane ya ser bi Şarbajêr bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de kesek birîndar bûye.
Kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Şarbajêr ser bi Silêmaniyê ve ye.

Êriş duh êvarî pêk hat.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin:

Welatiyek şehîd bû yek jî birîndar e

Di encama êrişê de 2 welatiyên ku siwarê motorsiwar bûne, hatine hedefgirtin.

Di encamê de kesek birîndar bûye û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Lê ev agahî hîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ne hatine piştrastkirin.

Back to top button