Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê hat girtin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, diyar kir ku destkeftiyên li bajêr bi tu awayî winda nabin.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat girtin û dûre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Ayhan Bîlgen, diyar kir ku destkeftiyên li Qersê wê tu carî winda nebin û wiha got:
“Kesên ku li ser bêhiqûqiya li me tê kirin, li me geriyan, em ziyaret kirin û ji bo me peyam weşandin spasiyên xwe pêşkêş dikim.
Bila baş bê zanîn, destkeftiyên li Qersê wê ti carî winda nebin û ev xwedî derketin wê vale neçe.
Bîlgen anî ziman ku bi vê biryarê re derket holê ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn hat paşguhkirin.