Derbarê destwerdanên dewleta Tirk di welatên herêmê de, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz got: Wê dawiya Tirkiyê ne baş be.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz derberê destwedanên dewleta Tirk li gelek welatên herêmê û binpêkirinên wê axivî.
Ehmed Ebû El-Xeyz diyar kir ku Tirkiyê ketiye gelek aloziyan bi aliyên herêmî û yên hegemon re jî.
Ebû El-Xeyz destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze di beşdariya xwe di şerê navbera Azerbeycan û Ermenistanê û lêgerîna wê ya xazê li Deryaya Spî xwe weke dewleteke mezin û bibandor nîşan bide.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz destnîşan kir ku xeteriya Tirkiye ser welatên Ereb mîna ya Îranê ye û wiha got:
“Serokomarê Tirkiyê Erdogan destwerdanê li Sûriye, Iraq, Lîbya û Misirê dike.
Ji bo van nakokiyan jî wê dawiya Tirkiye û serkirdeyên wê, ne baş be.