Xwepêşanderên Silêmaniyê ji hikûmetê xwestin dest ji kar berde

Li Silêmaniyê xwepêşanderan bi dirûşmeya’Hun şikestîne, dest ji kar berdin’ dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşandanên li dijî nedayîna mûçeyan li Silêmaniyê didome.

Îro dîsa gelek karmendên trafîkê, tenduristiyê, şaredariyê, mamostayên nerazî û dehan kes li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê xwepêşandanek lidarxistin.

Çalakgeran bi dirûşmeyan bang li hikûmetê kirin ku kar berde û gotin:

”Hûn dijî nûjenbûnê ne, hûn ê kengî dev ji diziyê berdin, hûn şikestîne, dest ji kar berdin”

Çalakgeran diyar kirin ku ev bi mehan e wan mûçeyên xwe nestandiye û bang li hikûmetê kirin ku ji biryara xwe vegere.

Herwiha bang li hemû mûçegiran kirin ku li dijî bêmafiyê dakevin qadan.

Dikandarên bajarê Hewlêrê jî ji ber rewşa xirab daketin qadan

Esnafên bajarê Hewlêrê jî carek din bi çalakiyekê daxwaza kêmkirina kirêya dikanên xwe kirin.

Esnafan diyar kirin ku ji ber ku muçe nayê dayîn, bandorek nerênî li ser bazarê jî çêdibe û ew jî nikarin debara xwe bikin û deyndar dibin

Back to top button