Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bê navber êrişî herêmê dikin.
Îro dîsa gundên kantona Şehbayê kir armanca topên xwe.

Artêşa Tirk a qirker beriya 2 saetan gundê Wehşiyê û Um El-Hoş yê Şehbayê da ber topan.

Dagirkeran Dêra Marswa ya gundê Til Twîl yê Til Temirê jî kir armanc.

Dîmenên li ser eranê yê dêrê ne, têde zirara ku lê bûye eşkere dibe.

Li hêleke din dagirkeran bi çekên giran Eyn Îsa, Zirgan û gundên Minbicê jî topbaran kir.

Back to top button