Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir ku dewleta Tirk di 3 rojan de 6 gund topbaran kir.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişê Tirkiyê ên 3 rojên dawî eşkere kir.
Meclisê ragihand ku di 3 rojên dawî de 6 gund hatin topbarankirin ew jî ev in:
“Gundê Hoşeriyê, Tûxar, Mihsenlî, Um Cilûd, Seyade û Yalinlî.”
Her wiha eşkere kir 41 top li gundên navborî ketin.
Dawiyê meclisê teqez kir ku armanca êrişan têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.



