Xelkê Koye: Êrişên Tirkiyê bi hevkariyê PDK’ê tên kirin

Şêniyên gundên navçeya Koye diyar kirin ku armanca Tirkiyê ji êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Şêniyê bi navê Aras Xalid ku xelkê gundê Bugde ye, da zanîn ku ew ji ber êriş Tirkiyê bi fikarin û got:

“Dagirker dixwazin Kurdan ji cih û warên wan koçber bikin. Hikûmeta Başûr jî li hember êrişan bêdenge.

Aras Xalid piştrat kir ku bersiva herî xurt a li hember êrişan yekîtiya gelê Kurd e.

Şêniyê bi navê Îsmaîl Heme Ziyad jî diyar kir ku êriş bi hevkariya destên navxweyî tê kirin û ev anî ziman:

”Dewleta Tirk çav berdaye xaka Kurdistanê, dixwaze dewleta Osmanî zindî bike, PDK’ê jî hevkariyê dike.

Back to top button