Foza Yûsif: Gelê herêmê di 15’ê Sibatê de helwesteke bi rûmet nîşandan

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li ser helwesra gel ya di 15’ê sibatê de derket holê nirxandin kir.
Foza Yûsif diyar kir ku gelê herêmê helwestek bi rûmet nîşandan û got: “Gelê herêmê bi çalakiyên xwe diyar kirin ku ev komplo bisernakeve û hêzên komploger nikarîn bighêjin armanca xwe.”

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Foza Yûsif helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ji ANHA’yê re nirxand.

Foza Yûsif: Gel biryardariya xwe di xeta netweya demokratîk de diyar kir

Foza Yûsif helwesta gel a di salvegera komployê de derketî silav kir û got:

“Ez helwesta gelên neteweya demokratîk gelê Kurd , Ereb, Suryan Asûr , Turkmen û Çerkes pîroz û silav dikim.

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke bi rûmet dan diyarkirin.

Bi çalakiyên xwe diyar kirin ku ev komplo bisernakeve û hêzên komploger nikarîn bighêjin armancên xwe.”

Foza Yûsif: Komplo bi rêbazên cûda dewam dike

Foza Yûsif diyar kir ku komplo bi rêbazên din berdewam dike û ev û nirxandin kir:

“Komplo bi gelek rêbazan xwe berdewam dike.

Bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin rê li pêşiya serokê sexte vekin.

Bi rêya sîxurên xwe dixwazin di nava Kurd û Ereban de fitne û fesadiyê çêbikin.

Lê gelê me rê nade serokên sîxur û sexte. Roja 15’ê Sibatê careke din gelan diyar kir ku îrada siyasî Rêber Apo ye.

Foza Yûsif: Hedefa pêngava îmzeyan 3 mîlyon e

Foza Yûsif pêngava komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin wekî rêbazekî têkoşînê destnîşan kir û ev bang kir:

“Divê em zextê li hêzên peywendîdar bikin û têkoşîna hiqûqî bê navber berdewam bikin.

Divê em saziyên mîna CPT û Konseya Ewropayê û hwd neçar bikin ku xwedî li qanûnê xwe derkevin.

Gelê me divê bi berfirehî beşdarî vê pêngava îmzeyan bibe, hedef 3 milyon e.

Divê herkes hewl bide ku 3 milyon îmze bên komkirin û her kes ji bo vê yekê bixebite.”

Foza Yûsif: Ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têkoşîna xwe bilind bikin

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têkoşîna xwe bilind bikin.

Divê em bi fikra wî roj bi roj kesayeta xwe ava bikin û nûjen bikin.”

Back to top button