Li Kantona Cizîrê amadekariyên mîhrîcana wêje û huner tê kirin

Li Kantona Cizîrê amadekariyên 9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dirûşma “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên kirin.

Serlêdanên mîhrîcanê wê 20’ê Sibatê bidawî bibin.

Mîhrîcana ku salê carekê ji aliyê Desteya Çandê ya Kanton Cizîrê ve bi hevkariya Tevgara Çand ya Hîlala Zêrîn tê rêxistinkirin, wê îsal di 1 û 2’yê Adarê de bê çêkirin.

Mîhrîcan wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a Qamişlo bê li darxistin.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê îsal di mijarên helbest, gotar, çîrokan, şêwekarî û hunera destan de pêşbirk çêbibin û xelat werin dayîn.

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Botan Hoşê destnîşan kir ku wê pêşandana cil û bergehên neteweyên herêmê jî çêbibe û got:

“Em dixwazin Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzdî û Çerkes tevli vê beşê bibin da ku çanda cil û bergên hemûyan bê danesandin.”

Back to top button