Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs: Rêber Apo nûnerê çar aliyên Kurdistanê ye

Di meşa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku doh li bajarê Kolnê hat li darxistin de, gelek peyam hatin dayîn.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs di peyama xwe de diyar kir ku Rêber Apo nûnerê her çar aliyên Kurdistanê ye û got: “Vîna gelê kurd wê tecrîdê bişkîne.”

Doh meşeke mezin li Bajarê Kolnê ê Almaniyayê ji bo şemezarkirina 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û daxwaza azadiya wî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku qada mîtîngê tije kirin careke din dan xuyakirin ku ew di şikandina tecrîdê de bi biryar in.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs têkidarî mîtînga Kolinê axivî.

Ehmed Karamûs mîtîngê weke gaveke dîrokî nirxand û got:

“Em hêvî dikin ku ev berxwedan vê tecrîdê bişkîne.

Birêz Ocalan nûnerê 4 beşên Kurdistanê ye û divê li ser vê bingehê mirov nêzîkî vê bûyerê bibe.”

“Em tu carî serî li hember dijmin natewînin”

Ehmed Karamûs di mêtîngê de li ser navê tifaqa Kurdistanî axivî û got:

“Li ser navê Kurdistaniyên welatparêz û birûmet, KNK’ê û hemû rêxistin û kesayetên partiyê em vê mîtîngê silav dikin.

Tevî ku tecrîda mutleq heye, me li vir îradeyek mezin nîşan da.

Gelê kurd tu carî serî li hember rejîma faşîst a AKP-MHP’ê netewand û natewîne.”

“Ji bo çareseriyê divê Elmanya û Yekîtiyên Ewropa zextê li tirkiyê bikin”

Karamus li ser navê tifaqa Kurdistanî peyamek da hikûmeta Almanyayê û ev tişt got:

“Hemû dewletên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin hevparê vî sûcî ne.

Lewma banga me ji Almanya û welatên Yekîtiya Ewropayê re ew e ku li cem Kurdan bin.

Ji bo çareseriyê divê Almanya û Yekîtiya Ewropa zextê li dewleta Tirk bikin.”

KCK’ê bi daxuyaniyekê meşa mezin a Kolnê pîroz kir

Back to top button