Di şerê Qamişlo de endamekî hêzên Asayîşê şehîd bû

Di encam êrîşê de endameke hêzên Asayîşê şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Asayîşa -Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da û got:

“Çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî kirinên xwe yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya li bajarê Qamişlo didomînin.

Di vê çarçoveyê de, endamekê çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî êvara 20’ê Nîsanê gule li benda hêzên me ya li çerxerêya El-Wehda ya bajarê Qamişlo reşand.

Di encamê de endamekê me ku bi giranî birîndar bû, şehîd bû.”

Navenda ragihandina Asayîşê teqez kir, ew ê li hember planên afirandina rewşekek ne aram li heremê ti carî bêbersiv nemînin.

Back to top button