Li Kuweytê 7 kes hatin darve kir.
Ji sala 2017’an û vir ve cara pêşîn Kuweytê mirov daliqand.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya dozgeriyê du jê jin 7 kes ji ber kuştinê hatine darvekirin.
Hate diyarkirin jineke ji Kuweytê, jineke ji Etîyopyayê, sê zilamên ji Kuwetê,yek ji Sûriy û kesekî ji Pakistanê hatine darvekirin.
Herî dawîn di sala 2017’an de yek jê ji malbata qiraliyetê ji ber sûcên edlî 7 kes hatibûn darvekirin.
Li herêma Kendavê hê jî mirov tên darvekirin.
Li Siûdî Erebistanê di meha Adarê de 81 kes hatibûn darvekirin.