Nobeda Edaletê: Em ê gav paşde neavêjin, divê tecrîd rabe

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê jî Nobeta Edaletê hatiye dest pêkirin.
Dayikên Aştiyê ku Nobeda Edaletê didomînin, diyar kirin ku heta deriyên Îmraliyê venebin wê çalakiya xwe bidomînin û gav paşda neavêjin.

Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd li gelek bajarên Bakurê Kurdisatnê û Tirkiyê hateye destpêkirin, bi biryardarî didome.

Li Bajarê Êlihê çalakî di roja 67’an de ye.

Beşdarên Nobeta Edaletê îro careke din diyar kirin ku divê tavilê dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirskirêkan gavan biavêje.

Çalakiya li Mêrdînê jî bi heman biryardariyê di roja 92’an de ye.

Gelek kes serdana nobetê kirin û piştgirîya xwe ragihandin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca anî ziman ku ew tecrîda ser Rêber Apo qebûl nakin û got:

“Em ê li dijî vê pergala qirêj sekna xwe nîşan bidin.”

Acibûca diyar kir ku ew çalakiya girtiyên siyasî jî silav dikin û cejna girtiyan pîroz dikin.

Bi heman awayî çalakgerên li Îzmîr û Mêrsînê jî banga bidawîkirina tecrîdê kirin û gotin:

“Heta ku tecrîda ser Rêber Apo ranebe, em ê çalakiya xwe bidomînin.

Divê Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Em gavekê jî paş de navêjin. Tenê ji dayikan re bimîne jî em ê têkoşînê bidomînin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî destnîşan kir ku tevahî pirsgirêkên li welat tên jiyîn, girêdayî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin e û desthilatê vexwend pêvajoya diyalogê.

Çalakiya girtiyan di qonaxa nû de, roja 130’an de ye

Back to top button