Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji çarşemê (10ˊê Nîsanê) heta înê (12ˊê Nîsanê) betlaneya cejna Remezanê ye.
Di giştînameya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin:
Bi boneya cejna Remezanê tevahî daîre û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çarşemê (10ˊê Nîsanê) heta înê (12ˊê Nîsanê) dikin betlane.