Li Efrîna dagirkirî talana xwezayê didome

Li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî 129 dar hatin birîn.

Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an de di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de, sûcên dermirovî, talankirina milkan, guhertina demografî û qirkirina xwezayê bê navber dewam dikin.

Li gorî ajansa Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, kesên di çarçoveya guhertina demgorafî li Efrînê hatine bicihkirin de, 16 darên zeytûnan û 5 darên guzan ên mezin ên welatiyê bi navê Mihyedîn Xelîl hatin birîn.

Heman çavkaniyê diyar kir ku darên hatine birîn li ser rêya navçeya Cindirêsê nêzî gundê Kanî Gawirkê ne.

Her wiha li gundê Xelnêrê jî 12 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Îmad Hesen û 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Bental ji kokê ve hatin birîn.

Li gorî ajansê, li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Şerayê jî 29 darên zeytûnan û 7 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Ehmed Omer hatin birîn.

Back to top button