138 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

138 rojin agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Her ku diçe guman û metirsiya li ser jiyana Silêman ehmed zêde dibe.
Ajansa Ronews’ê anî ziman ku PDK’ê ji ewlehiya rojnamevan Silêman berpirse.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 138 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye rvandin û agahî jê tune.

Piştî revandina Silêman ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek ne rast eşkere gefa cezakirinê li wî xwar.

Ajansa Rojnews’ê van tometên ne rast yên PDK’ê şermezar kir û banga serbestberdana Silêman Ehmed kir.

Her ku dem derbas dibe guman û fikarên li ser jiyana wî zêde dibin.

Tevî hemû bertek û bangewaziyên ji bo Rojnamevan Silêman, PDK’ê ji bilî wê daxuyaniyê tiştek negotiye û xwe bêdeng dike.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, diyar kir tevî hemû hewldanên wan ji wî bibînin, PDK’ê hemû rêyan li ber wan digrin û nahêlin hevdîtin pêk were.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Piştre jî dîsa asayîşa Dihokê parêzeran asteng kirin.

135 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button