Beşek ji Pêşmergeyên Dêrîn behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd kirin û gotin:
“Neyekbûna aliyên siyasî bûye sedem êrişên dagirkeriyê li ser gelê Kurd zêde bibin.”
Pêşmergeyê Dêrîn Salar Rewandizî anî ziman ku di salên borî de dijmin heta çekên kîmyewî û gelek cûre êrişên din li dijî Kurdan pêk anî û got:
“Xiyanet di nav Kurdan de heye, ji ber ku eger xiyanet nebe, dijmin nikarin zilmê li gelê Kurd bikin.”
Endama Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm jî derbarê ne yekbûna Kurdan û alîkariya eşkere ya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a dagirker re axivî û got:
“Ji ber nebûna yekrêziyê di nav Kurdan de gelê Kurd rastî êrîşên qirkirinê tên.
Mixabin PDK bûye çavê dewleta Tirk a dagirker û bûye sedem ku dewleta Tirk a faşîst rojane êrîşî gelê Kurd bike.”
Pêşmergeya dêrîn Geşaw Îbrahîm jî tekez kir ku bi yekitiyê dikarin pêşiya van êrişan bigirin û ev bang kir:
“Ez bang li hemû aliyên siyasî yên her çar aliyên Kurdistanê dikim ku yekitiyeke giştî ji bo parastina her çar aliyên Kurdistanê, pêk bînin.”