Hêzên Asayîşê li Minbic û Reqa 4 belavkerên madeyên barkotîkê girtin

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqa û Minbicê 4 belavkarên narkotîkê û gelek hebên bi wan re girtin.

Navenda ragihandina Asayişê têkildarî mijarê ev agahî par vekir:

“Şopandin û lêgerîna hêzên me ji bo rêgirtina li ber nexwaşiya madeyên narkotîkê dewam dike.

Roja şemiyê 2’ê Adarê, hêzên me yên tekoşîna li dijî narkotîkê li Minbicê oprasiyonek pêk anîn.

Di encamê de 2 kes bi sûcên bazrganî û belavkirina narkotîkê hatin girtin û gelek madeyên narkotîk hatin destesekirin.”

Asayişê bi daxuyaniyek cûda jî diyarkir ku di heman rojê de li Tebqayê 2 firoşkarên narkotîkê hatin girtin

Asayişê dazanîn ku piştî wergirtina agahiyan, yek ser hêzên wan ket nava şopandin û lêkolînê.

Di encama kar û xebatê wan de, 2 kes hatin girtin û gelek madeyên narkotîkê hat girtin.

Asyişê di dawiyê de diyarkir ku hemû kesên sûcdar bi tiştên hatin desteserkirin ji dozgeriya giştî re hatin şandin da ku cezayên guncav ji bo wan re bê standin.

Back to top button