Nobeta Edaletê: Wê têkoşîna me heta serketinê bidome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê di roja 104’ê de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwazên xwe de bi îsrarin.
Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê jî bi biryardariyeke mezin didome.
Çalakgeran îro careke din peyama bilindkirina têkoşînê dan.

Girtiyên siyasî bi armanca azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi girava birçîbûnê kirbûn.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê ya demkî û dorveger dest pêkiribû, di roja 104’an de ye.

Girtiyên siyasî di daxwazên DE xwe di bi îsrarin.

Li aliyê din Nobetên Edaletê yên bi pêşengiya dayikên girtiyan li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê hatibûn destpêkirin bi biryardarî didome.

Li Amedê nobeta dayîkan di roja 96’an de ye.

Di dema nobetê de gelek kesan serdana çalakgeran kirin.

Di serdanên ku îro hatin kirin, hate diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê divê azadiya Rêberê Apo bê misogerkirin.

Li Êlihê jî bi heman armancê çalakî dewam bû.

Hevsroka şeredariya Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk û rêxistinên jinan bi armanca piştgiriyê serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiya li Mêrdînê de jî Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan peyama bilindkirina têkoşînê dan.

Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên siyasî bi dawî nebin wê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakgerên li Îzmîrê jinên girtî silav kirin û banga berdana girtiyên nexweş di zûtirîn demê de kirin.

Çalakiya Greva birçîbûnê 104 rojin didome

Back to top button