Xizmên girtîyên sîyasî serdana navenda giştî ya ÎHD’ê kirin

Îro, xizmên girtîyên sîyasî serdana Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan kirin û hat xwestin ku her kes xwedî li berxwedana malbatên girtiyan derkeve.

Xizmên girtîyan bi armanca berdana girtîyên nexweş bi rêveberên ÎHD’ê re civineke çapemenîyê lidarxistin.

Di civînê de destpêkê Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û dîyar kir ku her roj li Tirkîyê mirovên ku edaletê digerin zêde dibin û got:

“Niha pirsgirêka herî mezin neberdana girtîyên nexweş e.”

Li ser navê malbatan jî Herdem Merwanî axivî û got:

“Ji ber ku êdî çare nema, ev 55 roj in em nobeta edaletê didomînin.

Em dixwazin demildest daxwazên me bên bicihanîn.

Back to top button