Hemdulah Aktaş ji ber sîxurî qebûl nekir ji Hewlêrê hat derxistin

Welatiyê bi navê Hamdullah Aktaş ku ji bakurê Kurdistanê ye, ji ber zilma dewleta Tirk 10 sal in li başûrê Kurdistanê bi cih buye. Lê vê carê jî li wir hêzên PDK’ê heman zextê lê dikin. Aktaş eşkere kir ku hêzên PDK’ê gefa kuştinê lê xwarine û jê xwestine sixûrtiyê ji wan re bike. Aktaş ê ku vê yekê qebûl nake ji Hewlêrê tê derxistin.

Gelek welatiyên ji Bakurê kurdistanê ji ber zext û zilma dewleta Tirk ji neçarî berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.

Lê li wir jî vê carê heman nêzikatiyên xirap û gefxwarine, hêzên PDK’ê li dijî welatiyên ku xwe spartine li wir nîşan dide.

Ji wan yek kesan ku ji ber zilm û girtîgehên li Tirkiyê ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê dibe û piştre ji aliyên hêzên PDK’ê ve gef lê tên xwarin, Hemdullah Aktaş e.

Têkildarî mijarê, Aktaş ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî û qala nêzîkatî û gefxwarinên hêzên PDK’ê û hevkariya wê a MÎT’ê re kir.

Aktaş destpêkê qala hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, ji ber ew endamê rêxistinên Kurdan bûyê, dewleta Tirk tirk êşkence li wî dike û cezayê girtîgehê lê dibire.

Piştî ji girtîgêhê tê berdan, ji bo carek din neyê girtin derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.

Armanca hatina Aktaş a Başûr jiyanek ji durî zilmê ye.

Lê zêde wext derbas nabe, vê carê zilma PDK’ê wî bêzar dike û rastî gefxarinan tê.

Aktaş diyar kir ji bo ew debara xwe bike dest bi xebatê dike, lê heqê wî yê 17 mehan tê xwarin û gefa kuştinê lê tê kirin

Aktaş da zanîn di nav wan kesên gef lê xarine de yekî ji wan nas dike û navê wî jî Yunus Barzanî ye.

Di dewamê de Aktaş dibêje, piştî çend rojekî hinek kesên nenas ji wî re dibêjin were Zaxo, ger neyê ew ê werin wî bibin.

Aktaş diyar kir dema ew diçe Zaxo, wêderê jê re dibêjin ger ew karê sixûrtiyê ji wan re bike, çiqas pere dixwaze ewê bidin wî.

Aktaş vê yekê qebûl nake û ji Dihokê berê xwe dide Hewlêrê.

Ew dizane li Hewlêrê jî wê rastî heman kiryaran were.

Ji bona wê bi yekcarî ji Hewlêrê jî derbasî Silêmaniyê dibe û li wir peywendî bi rêxistina HDP’ê re didayne.

Hemdullah Aktaş di dawî de bang li welatiyên ji Bakur ku niha li Başûr dimînin kir û got

“Dema daxwaza sîxûriyê ji we kirin, vê yekê red bikin.”

 

Back to top button