Di şerê Îsraîl-Hemasê de qonaxa 3. dest pê kir

Di roja 25’an a şerê Îsraîl-Hamasê de bîlanço giran dibe.
Îsraîlê bi şev jî bombe li gelek nuqteyan barand.
Daxwaza agirbestê ya li Konseya Ewlekariyê ya NY hate redkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got: Ji agirbestê re na, şer dewam e.

Piştî ku Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşeke berfireh bir ser Îsraîlê, şer destpê kir û her roj giran dibe.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihand ku fermandarê tabûra Beyt Lahiya ya Hemasê Nîsam Ebû Caîna li bakurê Şerîda Xezeyê di êrîşeke hewayî de hate kuştin.

Li Xezayê bi sedan cih bûn armanca êrişan

Li gorî rojnameya Haaretzê artêşa Îsraîlê şevê din li 300 ‘hedefên Hemasê’ xist.

Hate ragihandin ku ‘qadên avêtina mûşek, roket û tunel jî di nava wan cihên hatîn armanckirin de bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Assocîated Pressê, rêveberê nexweşxaneya Tirk-Fîlîstîn a li Xezayê Dr. Sobhî Skeîk ragihand ku nexweşxane ji ber êrişeke Îsraîlê ziyan lê pêk hatiye.

Daxwaza agirbestê carke din hat redkirin

Hikumeta Îsraîlê daxwaza agirbesteke li Şerîda Xezayê red kir.

Neteweyên Yekbûyî û gelek hikumetan daxwaza agirbesta mirovî kiribûn.

Serokwezîrê Îsraîlê benyamîn Netanyahu got,

“Bangên ji bo agirbestê bangên ji bo teslîmbûna li Hemasê ye.

Tiştekî bi vî rengî wê nebe.

Şer dewam e.”

Li Xezayê şerê bejahî

Tûgaya Îzzeddîn El Qassam ku baskê leşkerî yê Hemasê ye îdîa dike ku li başûr û bakurrojavayê Şerîda Xezeyê bi hêzên Îsraîlê re li qadê şer dikin.

Li gorî Serokwezîrê Îsraîlê artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezeyê bi rengekî ‘metodîk’ bi pêş ve diçe.

Netanyahu: Qonaxa 3. a şer dest pê kir

Benyamîn Netanyahu doh bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê ketina ji bejahî ve ya li Şerîda Xezeyê berfireh kir û ‘qonaxa sêyemîn’ a operasyona leşkerî destpê kiriye.

Netanyahû bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo berdana dîlgirtiyan bi rengekî lezgîn û bêşert daxwazê bike.

Li gorî bîlançoya dawî ya Îsraîlê zêdeyî 230 kes di destê Hamasê de dîlgirtî ne.

Di nava wan de gelek biyanî jî hene.

Hemasê ragihand ku ji destpêkirina şer ve di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 8 hezar û 525 kes hatine kuştin.

Ji van 3 hezar û 542 zarok û 2 hezar û 187 kes jî jin in.

Di nava 24 saetan de bêtirî 600 cih hatin bombekirin

Back to top button