Dûran Kalkan: Erdogan çawa ku berê DAIŞ’ê da ser Kobanê berê Hamas’ê jî da ser Îsraîlê

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan şerê di navbera Îsraîl û Hamasê û sedemên wê nirxand.
Kalkan diyar kir serokê rejima Tirkiyê Erdogan çawa ku berê DAIŞ’ê da ser Kobanê berê Hamasê jî da ser Îsraîlê û wiha got, “Şerê ku hatiye destpêkirin di çarçoveya planeke rê vekirinê de ye. Ji bo serketina vê planê hêzên hegemon jî li ser kar in.”

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ku nêzî mehekê ye didome, nirxand.

Kalkan diyar kir çawa ku Erdogan sala 2014’an berê DAIŞ’ê da ser Kobanê bi heman rengî berê HAMAS’ê jî da ser Îsraîlê û wiha got,

“Çawa bû ku ji nişkave Hamasê 5 hezar moşek avêtin Îsraîlê? Di mîtînga Stenbolê ya Erdogan de eşkere bû bê ka şerê 7’ê Cotmehê kê daye destpêkirin.

Erdogan di wê mîtîngê de eşkere xwe weke rêveber û fermandarê Hamasê ragihand.

Şerê ku hatiye destpêkirin di çarçoveya planeke rê vekirinê de ye. Ji bo serketina vê planê hêzên hegemon jî li ser kar in.

Lê Erdogan pê hesiya ku wê di vî şerî de bi sernekeve niha hewl dide ku agirbest pêk were û Hamasê rizgar bike.”

Dûran Kalkan: 75 sal in li ser gelê Filistînê qirkirin tê kirin

Kalkan bibîr xist ku 75 sal in li ser gelê Filistînê qirkirin tê kirin û wiha dewam kir,

“Em li dijî vê qirkirinê ne û em piştgiriyê didin mafên rewa yên gelê Filistînê. Di dîrokê de li ser gelê Yahûdî jî gelek qirkirin pêk hatin.

Li welatê xwe rêveberiyeke demokratîk û jiyaneke azad mafê wana ye jî. Em li dijî komkujiyên li ser gelê Yahudî ne.”

Kalkan destnîşan kir ku ev êrişa Hamasê ji bo Îsraîlê jî bû firsendek û wiha got,

“Êrişa Hamasê di rastiyê de alîkariya Erdogan ya ji bo Netanyahû bû. Niha dibêjin ew ê Hamasê tune bikin. Ji bo vê jî dixwazin Xezayê tune bikin. Li ser Xezayê qirkirin tê kirin.

Dûran Kalkan: Pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê wê bi konfederalîzma demokratîk çareser bibe

Dûran Kalkan diyar kir şerê Îsraîl û Filistînê jî beşek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîne ku zêdeyî 30 sal in li Rojhilata Navîn didome û wiha bi dawî kir;

“Çareserî, xeta Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo ye. Rêber Apo ev proje ji bo çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê jî pêşkêş kir.

Ya rast gelê Filistîn û gelê Îsraîl, ne bi du dewletên netewe yên cuda û neteweperestî û olperestiyê, lê li ser bingeha konfederalîzma demokratîk bi hevre bijiyana wê rê li pêşiya şer û pevçûnan bihata girtin.”

Back to top button