YRA’yê banga berdana Silêman ehmed kir

Yekîtiya Ragihandina Azad YRA ji PDK’ê xwest dawî li zextênli dijî rojnamevanan bîne û tavilê Silêman Ehmed were berdan.

Yekîtiya Ragihandina Azad-YRA jî daxuyaniyek da û banga berdana Rojnemevan Ehmed kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

YRA diyar kir girtina Silêman li derveyî pîvan û qanûnên mafê mirovan e û bang li sendîka û dezgehên çapemeniyê kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Her wiha bang li PDK’ê jî hate kirin ku dawî li zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan bîne û Silêman Ehmed di zûtirîn dem de berde.

Back to top button