ROJNEWS: PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse

Piştî 6 rojan ji revandin û windakirina edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJ NEWS ê Silêman Ehmed, Asayişa Duhokê ya PDK’ê bi tometbariyên nerast, dixwaze wî ceza bike.
Ajansa Rojnews ê jî tometbariyên asayişa PDK’ ê derbarê Silêman Ehmed de bi tundî red kirin.

Asayişa Duhokê ya PDK’ê derbarê girtina Rojnemevan Silêman Ehmed de dibêje ku qaşo revandina Silêman tu têkiliya xwe bi karê rojnameveniyê ve tuneye û ew ji ber karên veşartî, neyasayî û herwiha hatin û çûyînê ji bo karê PKK’ê dike, hatiye girtin.

Ajansa Rojnewsê derbarê daxuyaniya Asayişa Duhokê ya PDK’ê de got:

” Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin.

Em weke hewldaneke tirsonek li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin.

PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmet berpirse.”

6 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button