Michela Arricale: Tecrîd li dijî qanûnê ye

Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale got: “Tecrîd li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.”

Ji bo azadiya Rêber APO di 9’ê Cotmehê de bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngavek hate destpêkirin.

Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale jî piştgirî da pêngavê.

Parêzer Michela Arricale ku Hevseroka Koma Destwerdana Hiqûqî ya Navneteweyî ye derbarê tecrîdê de wiha axivî:

“Ya rast li derveyî her cûre qanûnên neteweyî û navneteweyî ye.

Binpêkirina pîvanên Hiqûqa Înfaza Ceza ya Navneteweyî ye.

Ji bo qala tecrîdkirina birêz Ocalan bê kirin di asta Konseya Ewropayê de divê gotineke nû bê peydakirin.”

Parêzer Arricale ragihand ku ew ê zextê li CPT bikin û got:

“Niha di asta navneteweyî de em hewl didin li nava Yekîtiya Parêzeran a li Konseya Ewropayê vê yekê bikin.

CPT qet nebe divê rapora xwe eşkere bike.”

Derhêner Bedirxan: Têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e

Back to top button