Derhêner Bedirxan: Têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e

Derhêner Elî Bedirxan ê ji Misirê ê bi eslê xwe Kurd e piştgiriya xwe ji pêngava cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nîşan da û got, têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Li hember tecrîdê derbarê bêdengiya navnetewî de Elî Bedirxan diyar kir ku bêdengiya li hember tecrîda li dijî Abdullah Ocalan encamê polîtîkayên sedan salan ê dijî kurdan e.

Elî Bedirxan diyar kir ku ji bilî berxwedan, bêkoşînê û ji bilî rakirina çekê li hemberî zulmê mafên Kurdan nayê bidestxistin û got:

“Hêzên navneteweyî exlaq û nirxên ku pê bang dikin, pêk nayînin.

Ev hêzanan ji bo berjewendiyên xwe û ji bo pêkanîna armancên xwe qetilkirina bi mîlyonan Kurd û Filistînî erê dikin û li hember komkujiyan bêdeng dimînin.

Ez hêvî dikim pergaleke cîhanî ya nû li ser bingeha edaletê bê avakirin, ji ber ku pergala hemwext exlaq û nirxên mirovî ji dest çûye û bûye amûra hêzên mêtinger ên li dijî gelên bindest.”

Back to top button