Li 27 welatên Ewropayê şewba çûkan hate tespîtkirin

Bi guhertina avhewayê re nexwaşiyên di nava cîhanê de jî gelek zêde bûye.
Nemaze gelek heywan jî ji ber nexwaşiyan dimirin.
Di hefteyên dawî de li 27 welatên Ewropayê ku Fransa, Almanya, Hollanda û Belçîka jî di nav de ne, şewba çûkan hat tesbîtkirin.
Nexweşiya ku bi gelemperî di payîz û zivistanê de destpêdike, di van salên dawî de li seranserê cîhanê bû sedema mirina mîlyonan çûkan.

Ji ber rewşa xirab a avhewayê nexwaşiyên di nava cîhanê de gelek zêde bûye.

Ji bilî însanan gelek heywan jî ji ber nexwaşiyan dimrin.

Di hefteyên dawî de li 27 welatên Ewropayê ku Fransa, Almanya, Hollanda û Belçîka jî di nav de ne, şewba çûkan hat tesbîtkirin.

Piştî ku xeteriyên nû yên têkîldarî grîpa çûkan derkete holê Rêvebiriya Parîsê rewşa tedbîrên heyî zêde kir.

Di biryara Wezareta Çandiniyê ya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin de tê diyar kirin ku divê welatiyên ku çûkan xwedî dikin wan dernexin derve.

Ji ber nexweşiyê li seranserî cîhanê bi mîlyonan çûk mirin

Nexweşiya ku bi gelemperî di payîz û zivistanê de destpêdike, di van salên dawî de li seranserê cîhanê bû sedema mirina mîlyonan çûkan.

Wezaretê destnîşan kir ku Ewropa ji bo pêşîgirtina vê nexwaşiyê dinava hewildana de ye.

Li gorî bijîşkan demsala zivistanê serdema herî xeternake ji bo heyanên ku li deverekî koçî deverekî din dikin.

Lewma divê di vê demsalê de bi taybetî jî ji bo kesên ku heyvanan xudî dikin divê tedbîrên ewlehiyê yên zêde werin girtin.

Li gorî platforma çavdêriya epîdemîolojîk a tenduristiya heywanan a Fransî (ESA), li 27 welatên Ewropayê ji 1’ê Tebaxê vir ve vîrus hatiye tespît kirin.

Di nava welatên ku herî zêde vîros lê belav bûye de Macaristan, Yekîtiya Qraliyetê, Bulgaristan, Danîmarka û Italytalya di rêza yekem de cih digire.

Rayedarên Belçîkayê ragihandin ku ji roja îniyê ve li bakur û rojavayê welêt, li nêzî sînorê Fransa, virûsa heyî dest pê kiriye.

Ji bo pêşîgirtina vîrosê Fransayê di destpêka Cotmehê de dest bi kampanyaya derzîlêdanê kir.

Back to top button