Di 20 salan de li cîhanê 6 milyon 35 hezar kes bûn qurbaniyên şer

1’ê Êlonê ango îro, Roja Aştî ya Cîhanî ye.. Her çiqas ev roj bi vê gotinê ve hatibe girêdan jî, dema li ser erdê temaşe dikî, berovajî wê dibînî.. Li gorî daneyên fermî tenê di nava 20 salên borî ya sedsala 21’ê de zêdetirî 6 milyon û 35 hezar û 500 kes bûne qurbanên şer.

Di gel ku îro Roja Aştî ya Cîhanê ye, lê li 8 welatên cîhanê şerên mezin hene û berdewam in.

Ji ber van şeran ziyanek mezin li mirovatî, jîngeh û xwezayê bûye.

Dewletên talanxwaz ji bo parastina berjwendiyên xwe û bi destxistina armancên xwe avê bi aşê şer de dikin û tenê aştî dirûşmeya li ser zimanê wane.

Ji ber ziyan û zererên ku di encama şerê cihanê yê yekem û duwem de bi mirovahiyê û aşitiyê giha, di sala 1957’an de ji aliyê sendîka û grubên aşitî û çepgir ve li Almanya roja 1’ê Îlonê wek Roja Aştiya Cîhanê hate diyarkirin.

Salane di vê rojê de bi dirûşmên “Na ji bo şer” bi dehan çalakiyên cûda cûda tên lidarxistin.

Ji aliyê piraniya partiyên muxalefet, rêxistin û grubên aştî û partiyên çepgir ve roja 1’ê Îlonê wek Roja Aşitî ya Cihanî tê pejirandin.

Sala 1981’an Netewên Yekbûyî biryar da roja 21’ê Îlona wek roja aştî ya cihanî were diyarkirin û her wiha divê rojê de hemû şer û aloziyên heyî werin rawestandin.

Li gorî daneyên fermî ya statîkên Brîtanya tenê di nava 20 salên borî ya sedsala 21’an de zêdetirî 6 milyon û 35 hezar û 500 kes bûne qurbaniyên şer.

Ev yek jî di encama 8 şerên mezin ên cudane pêk hatine. Li welatên Kongo, Suriye, Sudan, Iraq, Efganistan, Nîjerya, Yemen û Ukrayna şer rû dane.

Di berdewamiya îsal de, şerên weke, şerê navneteweyî, terorîzm, şerê navxweyî, meshebî û nîjadî bûn. Bi giştî 450 şer li seranserî cîhanê rû dane.

Ew welatên bihêz ên ku di bin sêwana lîberalîzmê de hinceta aştiyê ji bo mirovahiyê dikin, di nav de Amerîka û hevpeymanên wê yên weke, biloka lîberalîzm û emperyalîzm, biloka Çîn û Sovyetê û welatên mezhebî û dîktator ên hevpeymanên wan rolek ber çav lîstine

Back to top button