PYD: Hîna asoyên çareseriyê li Sûriyê tune ne

PYD’ê derbarê nêzîkbûna salvegera 9. a Aloziya Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku, sedema na çareseriya siyasî ya aloziya sûriyê helwesta dewleta tirk e ku di çavnebariya xwe de bi îsrare, ev yek jî ji aliyekê ve çareseriya siyasî asteng dike û ji aliyekî din ve Sûriyan dike qurabanî

PYD’ê derbarê nêzîkbûna salvegera 9. a Aloziya Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku aloziya Sûriyê di van rojan de sala xwe ya nehan temam dike. Lê hîna çareseriya siyasî di asoyên wê de tune ye.

PYD: Sedema aloziya Sûrî, siyaseta dewleta Tirk e

PYD’ê sedema vê yekê bi Siyaseta dewleta tirk li Sûriyê ve girêda, ji wan siyasetan ”siyaseta guhertina demografîk û sazumaniya civakê ye.

PYD’ê ragihand ku Dewleta Tirk bi rêya piştgiriya saziyên navneteweyî kiryarên xwe berdewam dike, alîkariyê li kesên li herêmên dagirkirî bi cih kirine belav dike, dibistanên bi zimanê tirkî vedike,talanî, dizî û wêrankirina şûnûwarên herêmê berdewam dike.

PYD: Divê beşên civakê yekîtiya xwe xurttir bikin

PYD’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Divê gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê siyaseta dewleta tirk li herêmê hişyar bin

Em bang li hemû beşên civakê dikin ku yekîtiya xwe ava bikin da ku bibib bersiv ji sûcên şer yên dewleta tirk.

Her wiha em bang li tevahiya gelê Sûriyê dikin ku bikevin ferqa siyasetên dijberî Sûriyê û bi planên Tirkiyê neyên xepandin.`

Back to top button