“Saziyên erkdar ji bo dawî li Greva Birçîbûnê bê anîn, tu gav neavêtine”

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li zindanan eşkere kir û got: “Beriya ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, bikevin nava liv û tevgerê.”
Xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç, Sûltan Azboy jî diyar kir ku divê daxwaza girtiyan were bicîh anîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 22’yan de ye.

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan eşkere kir.

Koordînasyonê diyar kir ku ji bo dawî li greva birçîbûnê bê anîn, desthilatdariya siyasî û saziyên erkdar gavek neavêtine û got:

“Di serî de rûmeta girtiyan, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê, hemû mafên girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ne. Di demeke greva birçîbûnê de qedexeya gengaz a şekir, xwê û vîtamînê ya li girtîgehan, wê helwesteke êşkence û kiryarên xerab be.”

“Dewlet ji mafê jiyan û tenduristiya girtiyan berpirsyare”

Kordînasyonê ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Peymana Mafên Mirovane û diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê were bi cih anîn.

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê destnîşan kir ku eger encamên neyînî têkildarî mafê jiyan û tenduristiya girtiyan rû bide wê desthilat berpirsyar be.

Back to top button