Çalakiya greva birçîbûnê 22 roj in didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya sîyasî ” dane destpêkirin di roja 22’an de didome.
Di derbarê greva birçîbûnê de xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç, Sûltan Azboy bang li her kesîkir ku beriya di girtîgehan de cenaze derkeve bi erka xwe rabin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 22’yan de didome.

Xwişka girtiyekî nexweş: Gel rewşa Rêber Apo mereq dike

Di derbarê greva birçîbûnê de Xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç Sûltan Azboy ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Sultan Azboy balkişand li ser xeteriya Erheja gemlîkê ku nêzî grava Îmraliyê ye û got;

“Ev gel rewşa Rêber APO mereq dike.

Çend caran erdhej çêbû.

Li wir çi qewimî, gel dixwaze hîn bibe.”

Sûltan Azboy diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin û banga têkoşînê ji her kesê xwedî wijdan kir ku bi têkoşînê tecrîdê bi dawî bikin.

Sûltan Azboy: Yên xwedî wijdan bila deng derxin

Xwîşka girtiyê nexweş Siddik Kivanç Sûltan Azboy destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş, girêdayî çalakiya greva birçîbûnê ye û ji bo çalakiyan banga xwedîderketinê kir.

Sultan Azboy, di dawiyê de bang li saziya pêşîgirtina êşkenceyê- CPT û saziyên mafê mirovan jî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Çalakvanên Nobeta Edaletê: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!

Back to top button