Însiyatîfa gel banga beşdariya çalakiya konvedanê a li Qamşloyê kir

Însiyatîfa Gel vê sibehê li Qamişloyê konê çalakiyê yê ji bo azadiya Rêber Apo, li Lîstgeha Şehîdên 12′yê Adarê veda.

Li ser bangên tevlîbûna konê çalakiyê Endama Însiyatîfê Hûriyê Şemdîn wiha got:

“Divê jin û ciwan û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi girseyî tev li vê çalakiya kon vedanê bibin.

Li dijî siyasetên dewleta Tirk a faşîst û tecrîda mutleq a li ser rêber Apo rabin.”

Her wiha endamê Însiyatîfa Gel Yûsif Kotî jî got:

“Divê her welatparêzek û tevahî pêkhateyên herêmê berê xwe bidin konê çalakiyê û beşdarî meşê bibin ku li pêşiya avahiya NY′yê bê li darxistin.”

Hêjayî bibîrxisinê ku di 9′ê Îlonê de Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo bernameyeke rêze çalakî danîbû ,ev konvedan jî yek ji wan çalakiyane.

Back to top button