Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi Balyozê Fransa yê Iraqê re civiya û got: “Divê Koalîsyona Navnetewî li beramberî van êriş û binpêkirinan bêdeng nebin û pêşiyê lê bigirin.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de bi Balyozê Fransa yê Iraqê Éric Chevalier re civiya.
Di hevdîtinê de geşedanên siyasî û ewlekariyê yên li Kurdistan û Iraqê, parastina aramiyê û têkoşîna li dijî hemû cûre metirsiyan hatin guftigokirin.
Bafil Talebanî diyar kir ku êriş û binpêkirina serweriya welat aramiya herêmê xistiye metirsiyê û got:
“Divê Koalîsyona Navnetewî li beramberî van êriş û binpêkirinan bêdeng nebin û pêşiyê lê bigirin.”
Merîwan Nadir: Dewleta Tirk bi hevkariya noker û sîxûran êriş dike
Parlementerê Berê yê Iraqê Merîwan Nadir jî îşaret bi hevkariya PDK’ê kir û diyarkir ku dewleta Tirk bi hevkariya sîxûrên navxwe êrişên terorî pêktîne.
Merîwan Nadir got:
“Ni ji sîxur û nokeran be wê dijmin nikaribe êrişan pêk bîne.”