Bafil Talabanî li Bexdayê bi aliyên siyasî re hevdîtin pêk anîn

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî li Bexdayê bi aliyên siyasî re rêze hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de hat diyar kirin ku divê pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bên girtin.

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan-YNK’ê Bafil Talabanî li Bexdayê bi aliyên siyasî re hevdîtin pêk anîn.

Yek ji mijarên hevdîtinan êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê bûn.

Talabanî: Erka herkesî ye ku li dijî êrişan bisekinin

Di vê çarçoveyê de Bafil Talebanî û Serokê Encûmena Dadweriya Iraqê Fayîq Zeydan êrişên li ser Balefirxaneya Silêmaniyê û hinek mijarên din niqaşkirin.

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di hevdîtinê de wiha got:

“Erka me hemûyan e ku em dijî binpêkirinan bisekinin û nehêlin welatên derve sînorên me derbas bikin.

Welatê me dibin gefan de ye û divê sînorek ji van êrîşan re bê danîn.”

“Divê pêşî li êrişên dewleta Tirk bê girtin”

Di heman çarçoveyê de Talabanî bi Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî re jî civiyan.

Di civînê de her du aliyan êrişên dewleta Tirk ên li ser balefirxaneya Silêmaniyê şermezarkirin û xwestin pêşî li êrişên dewleta Tirk bê girtin.

Hate diyarkirin divê tedbîrên ji bo sinordarkirina binpêkirinên dewleta Tirk bên girtin.

Back to top button