Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabriyel Şemon destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide modela Rêveberiya Xweser, têk bibe.
Gabriyel Şemon diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji Sûriye tevahî re projeya çareseriya siyasî ye û wiha domand:
“Ji ber wê divê hêzên navneteweyî siyasetên xwe yên li herêmê û berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bikin.
Ji ber ku dewleta Tirk wêrankirina herêmê armanc dike.”
Her wiha Şamon got: “Her ku dewleta Tirk êrişan li dijî herêmê zêde bike, çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên herêmê de çalaktir dibin û şaneyên DAIŞ’ê hewl didin çeteyên girtî rizgar bikin.”
Şamon bal kişand ser zirarên ji ber êrişan li binesaziya herêmê hatiye û wiha domand: “Zirar mezin in. Em nikarin di van şert û mercên heyî de amûrên ku di encama êrişan de wêran bûne bînin.
Mîna amûrên stasyonên veguhastina kerhebeyê. Ev jî barên li ser şêniyan girantir dike.
Em dikarin bêjin ku karesat mezin e.”



