Artêşa Tirk a dagirker gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî bi dijwarî topbaran dike.
Topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê didome.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Bîr Kino û Huriyê yên li rojavayê Girê Spî, gundên Ilêmat, Mestûra, Hoşan, Xalidiyê, Mieleq û Rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker duh jî gundê Mestûra topbaran kir û dijî zarokan komkujî pêk anî.
Her weha êrişî gundewarên Til Temir, Zirgan , Minbicê û şehba jî kir, 8 gundên Zirgan, gundekî Minbicê û 6 gundên Şera, Şêrawa û Şehba kir armanc.
Ev êrişên dagirkeriya tirkiyê li ber çavê hêzên qaşo garantorin Rusya û Amerîka pêk tê.
Ev hêzên navborî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên van êrişan.
Welatî jî li hemberî bêhelwestiya van welatan bi hêrs in û daxwaza destwerdaneke lezgîn li êrîşên dewleta Tirk dikin.